Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Ofîsa Siyasî ya Ensarullahê Yemenê di daxuyaniyekê de diyar kir ku dubarekirina îftirayên Siûdî nîşan dide ku ev rejîm nikare raya giştî li ser berdewamkirina êrîş û dorpêça li ser Yemenê razî bike.
Ev ofîsê got ku Mekkeya Mukerreme û hemû cihên pîroz ên Îslamê li cem hemû gelên Misilman û bi taybetî li cem gelê Yemenê, xwedî cih û qîmeteke bilind û mezin in. Rejîma Alê Siûd nikare di rêzgirtina ji Mekkeya Mukerreme û bilindgirtina cihên pîroz ên Îslamê de îdia bike ku ji gelê Yemenê pêşketî ye.
Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku hurmeta Mekkeya Mukerreme ew kes binpê dike ku di şerên xwe yên êrîşkar de ji pozîsyona wê ya pîroz sûdwergirtin dike û wê bi pêşwazîkirina Cihûyên Siyonîst û lidarxistina şahiyên şahwatî, bêhêvî û berovajîkirina exlaqî, pîs dike.
Ofîsa Siyasî ya Ensarullahê herwiha destnîşan kir ku rejîma Siûdî tenê wê demê hurmet û pîroziya Mekkeyê bi bîr tîne ku hewce dibe hestên Misilmanan bide şewitandin û ji cihên pîroz wekî amûrekê ji bo xizmeta helwestên şaş û berovajî yên xwe sûd werbigire.
Ensarullahê Yemenê zêde kir ku rejîma Siûdî divê êrîşa xwe rawestîne, dorpêça teng û nefesbir li ser gelê Yemenê bi dawî bîne û di siyasetên xwe û awayê têkiliya xwe bi Yemenê re de binêre.
Di dawiya daxuyaniyê de hat tekez kirin ku gelê Yemenê qebûl nake ku bikeve bin serwerî an parêzgeriya kesên din û ne jî berdewamkirina êrîş û dorpêçê li ser xwe qebûl dike. Herwiha dê heta ku daxwazên xwe yên rewa bi cih bîne, sepandina hevkêşeya «dorpêç li hember dorpêçê» bidomîne.
Rejîma Alê Siûd, ji bo veşartina têkçûn û skandalên xwe di şerê Yemenê de û ji bo xistina ser piştê serkeftinên Ensarullahê li dijî mercenariyên Siûdî, duh îdia kir ku Ensarullahê Mekkeya Mukerreme bi balafireke bêmirov hedef girtibû û ev êrîş bêserkeftin mabû.
............
Dawiya peyamê/
Etîket
- Ensarullahê Yemenê
- Mekkeya Mukerreme
Your Comment